|
Di sala 1979 li gundê Dadalî ( Herêmê Kobanî - Surî ) Teyar ji dayik bû
û sala 1990 wî li bajarê Kobanî Xwendina Xwe ya serete bi serî kir ,
di sala 1991 hate bajarê Helebê ji bo xwendinê , û wê gavê dest bi
fêrbûna muzîkê û strana kir ,
di newroza sala 1993 (14 salî ) yekemîn carbû ku ew derket ser
şanogehê .
heya sala 1999 Teyar beşdarî gelek konserên kurdî bû bi taybet jî
konserên newrozê , di vê salê de ew qebûl bû di zanîngeha Helebê de wek
xwendekarê wêjeya Erebî .
di van salê zanîngehê de Teyar bi ferehî
di muzîkê de diçû
û hêdî hêdî taybetiya xwe distend , di vî warî de ew bû
destpoşê Tembûr û Bilor û Ûdê heya ku "Aleta " Ûdê bû hevala awazên wî ,
ji ber ku wî karibû li Helebê vê Aletê bi awayekî Akadîmî fêr bikê
,
di destpêkê de li ser destê mamûsteyê
mûzîkê Reşîd Sûfî û
paşê di Înstîtyûta Heleb ya Mûzîkê de
xwendina Ûd bi serî kir .
di sala 2001 tev hevalên xwe di Zanîngeha
Helebê de wek Hisên Seyda , Teyar Koma Cenga Jînê pêk anî û konserên
xwe li hemî herêmên Sûriyê li dar xistin
.
di havîna 2004 da wî kaseta xwe ya
yekemîn derxist bi navê
" Hey Jînê " û berî ku Lîsansa Wêjeya Erebî bistînê bi demek kurt
wî keçek kurd naskir , Êmoş xwendekara Kîmya di Zanîngeha Helebê de
di 20 / 08 / 2005 de Teyar û Êmoşê hev xwestin .
di destpêka sala 2005 de Teyar bû endam
di Komîta Rewşenbîrên Serbixwe û bû berpirsyarê karê hûnerî ,
di bin sîya vê komîtê de Teyar û hevalên
xwe hunermendê deşta sirûcê Baqî Xido xelatkiri di konserek mezin de , û
hîn çalakên wan bi hev re berdewamin .
ana Teyar Kaseta xwe ya duyemîn " Tu Çuyî
" amade dikeye .
01 / november / 2005
|