|
Welato
helbesta min
bighîne yara min û şîna çavên wê biçine
çimkî min ji herdu
çavên wê re nimêj dikir
hêsirên dayka min
ziwake
çimkî wê bi evîn û
xwûn ez mêjandim
û min jî li ser
axa te ew rijandin
welato banga yara
min neke heger ez mirim
çimkî min dilê xwe di sîtava bijangên wê de veşartiye
ta ku her sibe
şiyarbim û hêsirên wê ziwakim |