|
Zalimê
careke dîn zalimê
pişta xwe bi min de kir
kirim zîndanek
tarî û dergehê wê asî kir
ma tu ji xwedê
natirsê dilê min birîn kir
şîn û xem li min
civandin ken ji ser lêvê min bir
ma tu natirsî ji
baranê ku ji dil te hilîne
qet natirsî ji
dewranê dil ji ter nehêlîne
tu bi serê xwe
digerî hayê te ji min tune
ez û hezaran li ba
te weke yek ji me tune
evînek dî buharê
di dilê min da şîn dikir
evîna te buye
payîz li kenaran zer dikir
evîna te roj
dikuştin çendî dil parçe dikir
evînek nû dest
pelandin dergehê dilê min vekir |