|
Ji xaka evînê
ji
xaka evînê tu ristî xweda
ji bêhna kulîlka
wî canê te da
sistema çavên te kiriye derman
ji rengê
buharê çelengî bi te da
quran û incîl û
evista min tu bû
bi xemlan bi çavan
helbesta min tu bû
hezarê peyalan ji
xwîna min bû
lê çibikim ta îro
bi wan mest ne bû
ji seyda re
dixwînim evîna te bû
melê ber dîwarê
zayîna te bû
êmoşek xwîn germe
ji rengê xewnan
ji zûva hejarek li
benda te bû
ger tu carek bi vê
min bikuje
bi
çavan xwûnê ji damaran bimije
xuda tu kiriye
jiyan û mirin
ji zûva di nav
damaran da dije |